Tekil Mesaj gösterimi
Alt 16.07.11   #8
Pir Mehmet
Avatar mevcut degil.
Co-Admin
Kurucu
Üyelik tarihi: Dec 2010
Nereden: Þiran
Mesajlar: 2.111
Rep Puani : 54
Standart Cevap: Kurdi Elewi Forum


Uryan Xidir - bi naveke din Sultan Xidir - yek ji ocaxên (esirên sirî/mistîk ên) herêma Dêrsimê ye. Endamên wê bi zaravayê kurmancî xeber didin.
Li gorî lêkolînên Dêrsimî (di pirtûka wî ya duwem de yê ku di sala 1997an de hatibû wesandin, li rûpela 128an) serokê ocaxê Nebî Xidirî bû û ji aliyê gelê xwe wek keseke pîroz dihat qebûlkirin. Gora wî li gundê Zeve (Dorutay) di navceya Pêrtagê de peyda ye.
Gora wî îro ji aliyê gelê herêmê wek zaret/ciheke pîroz tê bikaranîn. Li gorî gotûbêjan gelek kesên ku cûne ber gora wî pistî zaretê ji nexweþiyên xwe xelas bûne. Ev bawerî hê ji di nav gel de heye.
Li gorî pirtûka Firat (rûpel 234) ev ocax êdî ne li Zevê bi cih kirî ye, li sûnî wan sê esîrên din ên kurd xwe li vî gundî bi cih kirine.
Wextê meriv li ocaxên din ên Dêrsimê dinihêre, jimara ocaxa Uryan Xidirî li gorî ocaxên din kêmtir e û ji sedsala derbasbûyî pê ve ocaxê bandora xwe ya berê wenda kiriye. Dêrsîmî tîne ziman ku ev ocax di demên kevn de pêtir wek dewrêþ/sûfî hatine dîtin (û ne wek ocaxeke sirî/mistîk). Talibên vê ocaxê hê jî li Xinûs, Qocgirî û Mereþê hene.
Sponsor Reklamlar

Pir Mehmet isimli Üye þimdilik offline konumundadýr   Alinti